Ji aliyê Îtlaatê ve hatine girtin.
Li gor nûçeyeke malpera mafên mirovan ya Hengawê, roja pêncşemê hêzên îtlaata Îranê li gundê Bilesen ya ser bi bajarokê Nemeşêr ya ser bi bajarê Baneyê êrîşî ser mala welatiyekî Kurd bi navê Dana Ehmedpûr temen 31 sal kirine û nav hatî binçav kirine.
Heman roj hêzên îtlaatê têkilî li gel birayê Dana, Zana Ehmedpûr danîne û daxwaz ji kirine daku serdana îdareya îtlaatê bike, Zana jî piştî gehêştina xwe bo îtlaatê hatiye girtin.
Heta niha çarenivîsa wan her du birayan nediyare, her yek ji wan xwedan du zaroke û sedema girtina wan jî nayê zanîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin