Îro hate gotin ku bi mûşekan êrîşî ser balefirxaneyê hatiye kirin.
Piştî ku hin kanalên çapemeniyê belav kirin ku bi mûşekan êrîşî ser balefirxaneya Bexdayê hatiye kirin, Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê li ser vê mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku nûçeyên ku qala êrîşî ser balefirxaneya Bexdayê dikin nerastin û ti êrîşeke wisa pêk nehatiye.
Fermandariya han daxwaz ji aliyê çapemeniyê jî kiriye daku bo belav kirina nûçeyên rast tenê bawerî bi çavkaniyên fermî û bawermend bikin û nûçeyên nerast belav nekin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin