Di serma û seqemê de qirisîne.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li ser sînorên navbera Tirkiye û Yûnanistanê de cenazeyên 12 koçber ku xwestine biçin Ewrûpayê dîtine.
Çapemeniya Tirkiyeyê belav kiriye ku ev koçberên han jiber serma û seqemê di nava berfê de qirisîne û canê xwe ji dest dane.
Heta niha derbarê nasnameya wan koçberan de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin