Erbil 38°C Tuesday 22 Apr 20:34

Xelkê Nasiriyeyê li dijî Îranê dakete qadan

şêniyên deverê gotine em vîzeya Îranê naxwazin û nabe nûneratiya Îranê liwir hebe.
wêneya balyozxaneya Îranê
کوردستان TV
100%

Xelk rê neda nûneratiya Îranê li Nasiriyeyê were vekirin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê çarşem şandeke balyozxaneya Îranê ya li Bexdayê serdana bajarê Nasiriyeyê kiriye û xwestiye nûneratiya balyozxaneyê li vê bajarê veke.

Lê xelk û şêniyên bajarê Nasiriyeyê li dijî vê pêngava rejîma Îranê daketine qadan û nerazîbûna xwe li hember vekirina nûneratiya Îranê li bajarê xwe diyar kirine lewre şanda balyozxaneya Îranê bêyî ku bikaribe gavek bavêje bi dest betalî vegeriyaye Bexdayê.

balyozxaneya Îranê xwestiye beşê pêdana vîzeya Îranê li Nasiriyeya navenda parêzgeha Zîqarê veke, lê şêniyên deverê gotine em vîzeya Îranê naxwazin û serdana Îranê jî nakin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.