Erbil 38°C Tuesday 22 Apr 20:31

Rejîma Îranê gef li welatiyên Kurd dike

rejîma Îranê gotiye kesên beşdarî di ahengên Newrozê de bikin vê werin cezakirin.
کوردستان TV
100%

Îtlaata rejîmê gotiye nabe beşdarî di merasînên Newrozê de bikin.

Li gor zaniyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê dest ketine, rejîma Îranê ev çend roje operasiyon li dijî ciwan û çalakvanên Kurd li seraserê Rojhilatê Kurdistanê daye destpê kirin.

Zaniyarî qala vê yekê dikin ku îtlaat û hêzên din yên ewlekarî yên rejîma Îranê gef li welatiyên Kurd kirine ku nabe bi ti awayî beşdarî di merasîmên Newrozê de bikin.

Li gelek bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlekarî yên rejîmê gef li welatiyên Kurd kirine ku eger beşdarî di merasîmên Newrozê de bikin vê werin girtin û cezakirin.

Her di heman çarçoveyê de li gundê Nê ya ser bi Merîwanê hêzên îtlaatê belênname ji zêdetir ji 90 çalakvan û ciwanên Kurd wergirtine ku nabe beşdarî di ahengên Newrozê de bikin.

Weke tê zanîn rejîma Îranê di wan salên dawî de ji merasîmên girseyî û ahengên netewî yên gelê Kurd gelek ditirse lewre zextên xwe li dijî welatiyên Kurd zêdetir kiriye û rê nade aheng û merasîmên han werin organîzekirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.