Erbil 38°C Tuesday 22 Apr 08:01

Fûad Husên: Îraq baca nakokiyên welatên din dide

dibêje êrîşa ser Hewlêrê têkildarî danûstandinên taybet bi bernameya etomiya Îranê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îraq bûye qurbaniya nakokiyên navbera Amerîka û Îranê.

Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ku niha li Qeterê ye, di daxuyaniyek de ji bo rojnameya Elmonîtro ragihandiye ku Îraqê baca nakokiyên navbera Amerîka û Îranê dide û jiber vê yekê jî rewşa Îraqê wisa aloze.

Fûad Husên herwiha diyar kiirye ku jiber destwerdaniyên Îranê û aloziyên navbera Amerîka û Îranê, Îraqê rastî zirarên gelek mezin hatiye û bûye qada şerê bi wekalet ya siyasî û abûrî ya Îran û Amerîkayê.

Husên diyar kiriye ku êrîşa mûşekî ya Îranê ya 13ê Adarê bo ser Hewlêrê têkildarî danûstandinên navbera welatên Rojavayî û Îranê ya derbarê bernameya etomiya Îranê û rewşa deverê ye.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.