DIŞI di mehekê de 20 kiriyarên terorîstî pêk aniye

bi tenê li Diyalayê 7 kiriyarên terorîstî pêk hatine.
کوردستان TV
100%

Li deverên curbicur yên Îraqê ev kiriyarên han pêk aniye.

Li gor raporteke ewlekariyê yaku ji aliyê dezgehên têkildar yên Îraqê ve hatiye belavkirin, di meha Adarê de terorîstên DIŞIê kiriyarên xwe yên terorîstî li deverên curbicur yên Îraqê de domandine.

Li gor heman raportê di meha Adarê de terorîstên DIŞIê bi giştî 20 kiriyarên terorîstî li deverên curbicur yên Îraqê pêk anîne.

Piraniya êrîş û kiriyarên terorîstî yên DIŞIê li parêzgeha Diyalayê bûne ku 7 kiriyarên û piştî Diyalayê jî Selahedîne ku têde 6 kiriyarên terorîstî hatine pêkanîn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.