Erbil 38°C Tuesday 01 Apr 23:00

Elî Muteherî: Ji destpêkê ve armanca me bombeyên etomî bû

niha bernameya etomî ya Îranê hatiye pûçkirin.
کوردستان TV
100%

Ev rayedarê Îranî dibêje me nikarî bombeyan çê bikin.

Cîgirê berê yê Serokê parlementoya Îranê Elî Muteherî di gotareke xwe de yaku li Tehranê pêşkêş kiriye, ragihandiye ku, ji destpêkê ve armanca Îranê ji bernameya etomî çê kirina bombeyên etomî bû û bo vê yekê Îran gelek pere xeric kir û gelek jî hewlên cîd da.

Muteherî herwiha diyar kiriye ku rixmî xeric kirina pereyeke gelek zêde û hewldanên bêhempa, lê Îran nikarî vê mijarê bi veşartî bihêle û bombeyên etomî çê bike, armanca Îranê eşkere bû, lewre cîhan jî dest bi danîna dorpêçan li ser Îranê û pûç kirina bernameya etomî ya Îranê kir.

Beriya ku bemire Serokkomarê Îranê jî Haşimî Refsencanî jî diyar kiribû ku di demê şerê Îraq û Îranê de Îran gelek hewlda ku bombeyên etomî çê bike lê nikarî vê yekê bike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.