Serokê herêma Kurdistanê li Qelaçolanê gotarek pêşkêş kir.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Silêmanî, çû akademiya leşkerî ya Qelaçolanê û beşdarî di merasîma dawî hatina devreyeke perwerdehiya leşkerî ya vê akademiya han kir.
Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku lazime hêzên pêşmerge bibin yek û weke artêşeke nîştimanî xizmeta gelê Kurdistanê, welat û berejwendiyên netewî û nîştimanî yên welat bikin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku di şerê dijî DIŞIê de pêşmerge xizmeta tevahiya mirovatî kir û hevbeşê sereke yê artêşa Îraqê bûye di vê şerê de.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, li gor destûra Îraqê, pêşmerge beşeke ji mekanîzma ewlekarî ya Îraqê lewre lazime li gor destûrê jî Îraq pêdiviyên hêzên pêşmerge dabîn bike.
Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir daku yekgirtî û yek deng bin û nakokî û berejwendiyên hizbî yên xwe nexin ser berejwendiyên netewî û nîştimanî.
Biryare Serokê herêma Kurdistanê her îro li Silêmanî li gel berpirsên aliyên siyasî yên li vê parêzgehê jî bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin