Dibêje ev Efserê han xwestiye êrîşî ser Îsraîliyan bike.
Piştî ku duhê êwarê li Tehranê Efserekî spaha Pasdaran hate kuştin, rayedarên Îsraîlê jî li ser vê mijarê daxuyanî dan.
Kanala 13 ya Îsraîlî û herwiha malpera Wynet ya Îsraîlî derbarê kuştina Efserê Îranî yê bi navê Hesen Seyad Xwedayî de diyar kirine ku nav hatî yek ji wan berpirsên Îranî bûye ku hertim li dijî Îsraîlê plan amade kiriye û cara herî dawî jî xwestiye li çend welatan êrîşî ser berejwendî û welatiyên Îsraîlî bike.
Li gor kanala 13 ya Îsraîlê Xwedayî cara herî dawî kesek bi navê Mensûr Resûlî pîwerdar kiriye daku li Îstenbûlê êrîşî ser Konsulus û karmendên konsulusxaneya Îsraîlê bike.
Weke tê zanîn duhê Efserekî Îranî yê bi navê Hesen Seyad Xwedayî li Tehranê hatibû kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin