Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke Senatoya Franseyî civiya.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Senatoya Fransî bi Serokatiya Seroka komîteya dostatiya navbera Franse û Îraqê Xatû Nicole Norranton kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, şanda mêwan piştgîriya Franseyê bo herêma Kurdistan û Îraqê diyar kir û rêzdariya xwe ya li hember qurbanîdana hêzên pêşmerge û rola hêzên pêşmerge ya bo têk birina DIŞIê nîşan da û tekez li ser vê yekê kir ku Franse giringî dide dostatiya xwe ya li gel herêma Kurdistan û Îraqê û dixwaze di tevahiya waran de têkiliyên xwe yên li gel Kurdistan û Îraqê pêşde bibe.
Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên leşkerî, însanî û siyasî yên Franseyê yên bo herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe ya li hember serdana şanda han jî diyar kir û balkêşande ser têkiliyên kevnar û dostatiya navbera herêma Kurdistan û Franseyê.
Derbarê rewşa Îraqê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, çareser kirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê kilîla sereke ya çareser kirina tevahiya kêşeyên Îraqê ye û balkêşande ser giringiya rola civaka cîhanî ya bo hevkarî kirina Îraqê bo çareser kirina kêşeyan.
Pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraq, rewşa Şingalê û herêmên madeya 140 ya destûra Îraqê, metirsiyên terorê, gefên DIŞI , rewşa Sûriye û rewşa giştî ya deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin