Îsraîl dîsa êrîşî derdorê Dîmeşqê kir

tê gotin ku navenda çekdarên Îranî hatiye bordimankirin.
کوردستان TV
100%

Kuştî û birîndarên artêşa Sûriyeyê hene.

Li gor çapemeniya Sûrî, şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê dedorê Dîmeşq û parêzgeha Tertûs kirine armanca êrîşên xwe.

Di encama wan êrîşan de yên ku, bo ser çend cîhan hatine kirin, herî kêm 3 leşkerên rejîma Sûrî hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.

Çapemeniya Sûrî jî diyar kiriye ku balefirên Îsraîlî bi rêya asmanê Libnanê ve ev êrîşên han pêk anîne.

Ji aliyeke din ve navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî jî belav kiriye ku Îsraîl navenda çekdarên Îranî bordiman kiriye û di encama bordimanê de gelek kuştî û birîndarên çekdarên Îranî çê bûne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.