Erbil 38°C Saturday 15 Mar 23:58

Serokê dawî yê Yekîtiya Soviyetê koça dawî kir

sala 1990 heta 1991an Serokê Yekîtiya Soviyetê bûye.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev li Mosckowa koça dawî kiriye.

Serokê dawî yê Yekîtiya Soviyeta berê Mikhail Gorbachev duhê li Mosckowa piştî nexweşiyeke dijwar di temena 91 salî de koça dawî kir.

Mikhail Gorbachev ji sala 1985 heta 1991 Sekreterê giştî yê komîteya navendî ya partiya sosiyalîst ya Rûsyeyê bû ku, bilindtirîn pile bû li Rûsyeyê.

Di sala 1990an de li Rûsyeyê referandûmek hate kirin û pergala siyasî û rêxistîn hate guhertin û Mikhail Gorbachev weke Serokê Yekîtiya Soviyetê hate hilbijartin.

Di sala 1990an heta 1991an Mikhail Gorbachev Serokê Yekîtiya Soviyetê bû, lê di meha 11ê heman salê de Gorbachev dev ji kar berda û Yekîtiya Soviyetê jî hate hilweşandin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.