5 hezar rayedarên Îsraîlî nameyek bo Biden şandine.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, zêdetir ji 5 hezar rayedarên niha û yên berê yên Îsraîlê nameyeke hevbeş bo Serokê Amerîkayê Jeo Biden nivîsandine.
Di nameyê de rayedarên Îsraîlî ji Biden daxwaz kirine daku, Amerîka gelek hewl bo îmze kirina rêkeftineke nû ya derbarê bernameya etomiya Îranê de nede jiber ku, îmze kirina rêkeftineke wisa vê derfetê bide Îranê daku, bibe xwedan çekên etomî.
Rayedarên Îsraîlî di nameya xwe de tekez li ser vê yekê kirine ku bijardeya herî baş ya bo ji nav birina metirsiya bernameya etomiya Îranê bijardeya leşkeriye lewre lazime Amerîka kar li ser bijardeya leşkerî bike ne îmze kirina rêkeftineke nû li gel Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin