Organîzatorê Konsulusxaneya Nemsayê dibêje Kurdistan bo me girînge.
Organîzatorkê karûbarên Konsulusxaneya Nemsayê ya li Hewlêrê Andrea Nassî serdana fermangeha têkiliyên derve ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û li gel berpirsê têkiliyên derve Sefîn Dizeyî civiyaye.
Di civînê de her du aliyan behsa rewşa siyasiya deverê û têkiliyên navbera Nemsa û Kurdistanê kirine.
Di civînê de Adrea Nassî behsa girîngiya Kurdistanê li deverê de kiriye û ragihandiye ku, Kurdistan bo Nemsayê girînge lewre Nemsa dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin