Mesrûr Barzanî: Emê bo xizmet kirina Cotkaran hewlên xwe bitevger dikin

berhemên navxweyî têne zêdetirkirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Cotkarên devera Zirartî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana deşta Zirartî kir û li gel Cotkarên deverê civiya û pişt re jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me serdana deşta Ziratî ya li parêzgeha Hewlêrê kir û ji nêz ve ji rewşa Cotkaran pirsî û me beşdarî di dirvêna genimê li vê deverê de kir ku, hemwexte li gel wergirtina ginimên Cotkaran li sayiloyên herêma Kurdistanê de.

Di civînekê de li gel hijmarek Cotkarên deverê, me tekez li ser vê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bi tevger dike bo zêdetir girîngî bi kerta çandiniyê û bibazar kirina berhemên Cotkarên herêma Kurdistanê bi awayek ku, nabe ti Cotkarek di xema firotina berhemên xwe de be.

Me herwiha balkêşande ser vê yekê ku, ev guhertinên ku, di para herêma Kurdistanê ya ji bûdceya federalî hatine kirin, nepakî, stemkarî û planeke dijî herêma Kurdistanê lê bi her awayek emê rûbirûyê vê plane bibin û nehêlin serkeve.

Tişta ku, cîhê dilgiraniye eve ku, desteke navxweyî di vê planê beşdare, ji vê xirabtir eve ku, kêm kirina desthilatên herêma Kurdistanê weke destkeft bo xwe bizanin, lê we piştrast dikim ev hewldana han nagehêje encam.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.