Behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê û Îraqê kirin.
Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke tevgera îslamiya Kurdistanê bi Serokatiya Rêberê vê tevgerê Îrfan Ebdulezîz kir.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên Îraq û deverê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û pişt re jî her du alî balkêşandine ser rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê û tekez li ser girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û berevanî kirin ji destkeftiyên gelê Kurdistanê kirin.
Serok Barzanî rêzdariya xwe ya li hember nêrîn û helwestên nîştimanî yên tevgera îslamiya Kurdistanê diyar kir û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyan di navbera her du aliyan de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin