Sune jî dixwazin bo çarenivîsa xwe referandumê bikin.
Piştî referanduma Kurdistanê bo serxwebûnê yaku di roja 25ê Îlonê de hatibû lidarxistin, suneyên Îraqê jî dixwazin weke Kurd biryar li ser çarenivîs û pêşeroja xwe bidin.
Di vê derbarê de Serokê fîdrasiyona eşîrên Îraqê Red Selman diyar kir ku weke çawe Kurdistan di 25ê Îlonê de biryar li ser çarenivîsa xwe da û referandum lidar xist, em jî weke suneyên Îraqê dixwazin biryar li ser çarenivîsa xwe bidin û bo damezrandina herêmên sune li Îraqê referandum lidar bixin.
Selman eşkere kir ku piştî hewldanên berfire yên hikûmeta Îraqê yên bo nehêlana suneyan li vê welatî, êdî tiştek bi navê hevparî û hevbeşî li Îraqê de di navbera pêkhateyan de nemaye lewre em jî dixwazin biryar li ser pêşeroja xwe bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin