Hate ragihandin ku Welîahd Muhamed bin Selman dest bi datîne ser 800 mîlyar dolar mal û milkên prens û wezîrên ku hatine girtin.
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz roja yekşema borî, biryarnameyeke qraliyetê weşand û bi tohmeta gendeliyê; 11 prens, 4 wezîrên kabîneyê û 10 wezîrên berê bi dîrektîfa Serokê Komîsyona Gendeliyê Welîahd Muhamed bin Selman hatin desteserkirin û di nava artêşê de gelek fermandar hatin guherandin.
Herwiha derketina derveyê welat hatiye qedexekirin û komîsyonê dest daniye ser mal û milkê wan kesên ku hatine desteserkirin.
Hate ragihandin ku pêla duyemîn a operasyona li dijî endamên malbata siûdiyan ku di nav de gelek prens û wezîr jî hene dê ‘operasyona malî' be.
Li gorî ragihandina rojnameya Wall Street Journal (WSJ) bihayê mal û milkên kesên ku hatine desteserkirin nêzî 800 mîlyar dolariye. Rojnameyê eşkere kir ku piraniya mal û milkên siûdiyan li derveyê welêt e.
Ajansa Reutersê jî ragihand ku hejmara hesabên kesên ku bankayên siûdî dest danîtine ser ji hezar û 700î boriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin