Hikûmeta Libnanê: Harîrî hîn jî Serokwezîrê me ye

Hikûmeta Libnanî hîn jî li benda Herîriye
کوردستان TV
100%

 

 

Reuters’ê ji zarê jêderên hikûmeta Libnanê belav kir ku Sed Harîrî, ku roja Şemiyê karvekîşîna xwe ragihandibû, bi dara zorê li Erebîstana Siûdî tê girtin.

Karbidestekî payabilind ji ajansê re da zanîn Harîrî hîn jî serokwezîrê Libnanê ye.

wî karbidestî got: Sitandina azadiya Harîrî û girtina wî li Rîyadê êrîşeke dijî desthilata Libnanê ye. Rûmeta me rûmeta Harîrî ye. Jibo ku Harîrî vegere Beyrûtê em dê bi dewletên biyan re hevkariyê bikin’’.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron do Pêncşemê bi awayekî surprîz serdana Rîyadê kir.

Macron da zanîn ku Fransa, di rêkên dîplomatîk re bi Harîrî re peywendî çêkiriye û ew dixwazin ku hemû siyasetvanên Libnanî li Libnanê bi awayekî azad bijîn.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.