Li devera Sîna ya Misirê herî kêm 155 kes hatin kuştin

li Misirê di mizgeftekê de herî kêm 155 kes hatin kuştin
کوردستان TV
100%

Êrîşî ser mizgeftê hate kirin û zêdetir ji 75 kes jî birîndarin.

Hate ragihandina ku bi bombeyan êrişî mizgefteke li Nîvgirava Sînayê ya Misrê kirine û di encamê de jî herî kêm 155 kes mirine.

Li gorî ragihandina şahêdin bûyerê ji Reutersê re axivîn, êrişkar di saeta nimêja înê de êrişî mizgefta El Ravdahm ku li Bir el Abedê ya dikeve rojavayê bajarê Arîşê, pêk aniye.

Çavkaniyên ewlehiya Misrê eşkere kirin ku bi dehan kes hatine kuştin û birîndar kirin. Sky News Arabia diyar kir ku herî kêm 155 kes di êrişê de hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristî yê Misrê ji AFPê re ragihand ku herî kêm 75 kes di êrişê de birîndar bûne.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.