BBC, çû nav otêla ku prens tê de girtîne

kanala bbcî çû nava hotêla girtiyên Siûdî lê nehêştin kes bibîne
کوردستان TV
100%

Lê destûr nedan li gel ti kesekî hevpeyvîn bike

Kanala BBC ragihan ku çûne otêla ku prensên Erebistana Siûdî tê de girtîne. Opreasyon di 4 ê mehê de çêbû û hemû girtî heya niha li payîtex Riyadê, li otêla bi navê Ritz-Carlton tên girtin.

Nehiştin ku BBC li otêlê deng bigre an wêneyên rûyê mirovan bikşîne. Muşteriyên dinan ji otêlê derxistin û deriye otêlê yê derve girtin.

Serdozgerê Riyadê dibêje piştî operasyonê ji bo îfada, bangî  208 kesan kirine. Ji wana 7 kes bê ku tewanek li wan bê kirin serbest hatine berdan. Serdozger weha dewam dike:

“Rişweteka gelek mezin li holê heye. Gelek tiştên ne rewa hene. Xebatên me yên li ser van sê salên dawiyê, em texmîn dikin ku di nava deh salên dawiyê de 10 mîlyar dolar bertîl,    bêrewayî û pere xistine zimmeta xwe.”

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.