Serokwezîrê Libnanê Sed Herîrî ku îstîfaya xwe ragihandibû dubare kir ku rêxistina Hizbûlahê ku Îran piştgiriyê didiyê, midaxaleyî karên navxweyî yên welatên herêmê dike û divê pêşî lê were girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa medyayê ya Herîrî hat dayîn, Serokwezîrê Libnanê Sed Herîrî li avahiya xwe ya Beyrûdê bi endamên Konseya Îslamê ya Bilind re hevdîtin kir û li ser geşedanên herêmî sekinî.
Li gor daxuyaniyê Herîrî wiha got: "Em dê qebûl nekin ku bandora Hizbûlahê li ser birayên me yên ereb çêbe an jî em dê pozîsyona wê ya ku ewlehî û aramiya welatê wan dixe hedef, qebûl nekin."
Li paytexta Misrê bajarê Qahîrê di 19ê mijdarê de Civîna Derasayî ya Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Erebî hatibû lidarxistin û di danezana encama civînê de Hizbûlah weke "organîzasyoneke terorîst" hatibû îlankirin, Libnanê ji bo vê biryarê îtiraz kiribû.
Herîrî di daxuyaniyên xwe da gotibû ku divê Lûbnan ji pevçûnên herêmê dûr bisekine û ji ber ku tevlî karên navxweyî yên welatên erebî dibe, rêxistina Hizbulahê rexne kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin