Serokwezîrê Îsralê Benjamin Netanyahu Serokê Sûriyê Beşar Esed hişyar kir ku, eger rê bide Îran binkeyên leşkerî li ser axa Sûriyê damezrîne, Telaviv dê Sûriyê bike armanc.
Televizyona Îsraîlê belav kir, Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî daye Beşar Esed, heger razî bibe binkeyên leşlerî yên Îranê li Sûriyê bên damezrandin, wê demê Îsraîl dê bikeve nava şerê navxweyî yê Sûriyê.
Televizyona Îsraîlê ragihand, Benjamin Netanyahu bi rêya aliyekî sêyemîn nameyek girêdayî wê babetê arasteyî Serokê Sûriyê Beşar Esed kiriye, lê navê wî aliyê sêyemîn aşkere nekiriye.
Li gor raportên kenalên Îsraîlê, Îsraîlê ji 6 salên borî yên krîza navxweyî ya Sûriyê dûr rawestaye, lê eger Esed razî bibe hêzên Îranî bimînin û Îran binkeyên leşkerî li Sûriyê damezrîne, Îsraîl dê bikeve nava şerê navxweyî yê Sûriyê.
Îran ji 6 salên bûrî ve bi riya şêwirmend û mîlîşyayên ser bi wê ve bi awayekî rasterast şer li aliyê rêjîma Sûriyê dike û li gor berpirsên Îsralê jî didin zanîn, ku Îran binkeyên leşkerî li nêzîkî Şama paytext dadimezrîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin