Li Îsraîlê 4 kes mirin 5 kes birîndar bûn

teqîn di nava kargeheke bînasazî de pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Di nava kargehekê de teqîn çê bû.

Hat ragihandin ku li kargeheke madeyên avahiyan a bajarê Telavîva Îsraîlê teqînek pêk hat. Di teqînê de 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya kanala televîzyoneke Îsraîlê, li paytextê Îsraîlê li Telavîvê di kargeheke ku amûrên avahiyan difroşe de teqînek pêk hat. Li gorî agahiyan di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest û 5 kes jî birîndar bûn.

​Teqîn li herêma Yafa ku dikeve başûrê bajarê Telavîvê di kolana Yafît di kargeheke ku amûrên avahiya difroşe de pêk hatiye, piştî teqînê ji dervey 5 kesên birîndar termê 4 kesan ji binê avahiya wêranbûyî de hatiye derxistin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.