Serokê Misirê ferman da artêşê: Di nav 3 mehan de wir paqij bikin.
Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ferman da artêşa wî welatî devera Sîna ji terorîstên paqij bikin.
Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ferman da artêşa Misirê ku di nav 3 mehan de divê devera Sîna ji terorîstan were paqijkirin.
Sîsî behsa êrişa çend roj beriya niha ya ser mizgefteka gundekî Misirê li devera Sîna ya wî welatî kir û got, em nahêlin xwîna ti welatiyekî me vala biçe. Misir di bin metirsiya êrişekî mezin de ye.
Çend roj berê mizgeftek li gundê Roze li devera Sîna ya Misirê rastî êrişa terorîstî hatibû. Di wê bûyerê de zêdetirî 300 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin