Çekdarên baskê Talîbanê yê Pakistanê Tekrîk-î Talîban çarşef li xwe kirin û bi çekan êrişî Enstîtuya Perwerde ya bajarê Peşaverê kirin.
Çekdarên baskê Talîbanê yê Pakistanê Tekrîk-î Talîban çarşef li xwe kirin û bi çekan êrişî Enstîtuya Perwerdeya bajarê Peşaverê kirin. Li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorî de herî kêm 9 kes hatin kuştin û 37 kes jî birîndar bûn.
Li gorî malpera nûçe ya Dawn a Pakistanê, îro berê sibehê 4 çekdarên Tekrîk-î Talîban çarşef li xwe kirin û bi dizî ketin nava avahiya Enstîtuya Perwerdeya bajarê Peşaverê. Milîtanan pêşî parastvanê ewlehî yê ber derî birîndar kirin û di nava enstîtuyê de gule li şagirtan reşandin.
Di encama êrişa çekdarî ya milîtanên Talîbanê de 9 şagirt hatin kuştin û 37 jî birîndar bûn. Li gorî medya Pakistanê dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin