Alî Ebdulah Salih ji aliyê çekdarên Husî ve hate kuştin.
Li gor çapemeniya Erebî, piştî ku ev du roj bû çekdarên Husî li Senaya paytexta Yemenê, malê Serokê berê yê Yemên Alî Ebdulah Salih, dorpêç kiribûn, îro mal teqandine û di encam de Alî Ebdulah Salih jî hatiye kuştin.
Kanala Erebiye vîdiyoya kuştina Salih weşandiye û dibêje çekdarên Husî piştî teqandina mala Salih, ev dêmen girtine.
Ev çend roj bû li Yemenê di navbera çekdarên Husî yên ser bi Îranê û alîgirên Salih şer û pevçûn destpê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin