Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Rûsyayê îro pêncşemê ji Spûtnîkê ragihand ku welatê wî ji biryara serokê DYAyê Donald Trumpî nîgeran e û teqez kir welatî wî tenê Qudisa Rojavayî wek paytextê Îsraîlê dinase û beşê Rojhilatî jî wek paytextê dewleta Filistînê ya siberojê dinase.
Duh Serokê DYAyê Donald Trumpî Qudis wek paytextê Îsraîlê nasîbû. Çavkaniyê got: "Em ji biryara amerîkî nîgeran in. Em Qudisa Rojhilatî wek paytextê Îsraîlê dinasin û ya rojavayî jî wek paytextê Filistînê dinasin. Di nerîna me de ev nerîn hevseng e. Di dawiyê de pêwîst e ku gotûbêjên filistînî û îsraîlî bigihêjin çareseriyeke li ser bingehê "du-dewletbûn"ê(Filistîn û Îsraîl) ku bikarin bi aştiyane li kêleka hev bijîn."
Di berdewamiya axiftina xwe de çavkaniyê got: Rêbaza rûsî li vir ev e. Em piştgiriya hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê, komeleya giştî û destpêşxeriya aştiyê ya erebî dikin."
Herwiha got ku biryarên DYAyê yekalî ne û ti sûdê nagihînin bipêşdeketina gotûbêjên navbera herdû aliyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin