Komkara Ereb dibêje biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya bo qebûl kirina Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê, biryareke metirsîdare.
Komkara Erebî herwiha diyar kiriye ku ev biryara han biryareke yek aliye û xizmeta berejwendiyên dagîrkeran dike û hevdem ew biryar bo xwe bi wateya binpê kirina zagonên navnetewiye.
Di berdewamiya daxuyaniya han de yaku piştî civîna îro ya wezîrên derve yên welatên endam di komkarê de hatiye weşandin behsa vê yekê jî hatiye kirin ku ew biryara han vê rola miyancîgeriyê ya Amerîkayê têk bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin