Erbil 38°C Wednesday 14 May 21:18

Qeter 24 balafirên şer ji Brîtanyayê dikire

Qeter dixwaze navgîna xwe ya asmanî bihêztir bike
کوردستان TV
100%

Qeter bi Brîtanya re Peyman îmze kir ku 24 balafirên Eurofighter Typhoon ji Brîtanya bikire.

Li gor beyana ku ji wezareta Bergiriyê ya Qeterê hatiye weşandin dohê wezîrên bergiriyê yên her du welatan Gavin Williamson û Halid bîn Muhammed el-Atiyye li payîtexta Qeterê li Dohayê hatin cem hev.

Li gor ragihandinê di hevdîtinê de di navbera her du aliyan de ji bilî kirîna balafiran, damezrandina “filoya hevpar ya operasyonê” jî hat danîn. Wê fîlo di olimpiyadên sala 2022an de roleka baş bileyîze.

Hat ragihandin ku bedela van balfiran li dora 8 mîlyar dolariye.Qatar her weha roja pêncşemê ji Fransayê bi tevayî 6.6 mîlyar ewroyê 12 heb balafirên şer yên modela Rafale û 50 heb jî Airbus balafir bi peymanekî kirîbû.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.