Erbil 38°C Thursday 15 May 09:16

FSB: Li St. Petersburgê 7 endamên DIŞIê hatin desteserkirin

ev kesên han amadekarî bo êrîşên xwekujî kirine
کوردستان TV
100%

Beşa Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku 7 endamên DIŞIê yên ku amadehiya êrîşa terorî dikirin li herêma St. Petersburgê hatin desteserkirin.

FSBê derbarê mijarê de daxuyaniyeke da û tê de diyar kir ku, 7 alîgirên DIŞIê yên ku 16ê mehê li navendeke siprîtuel amadehiya êrîşek xwekujiyê an jî li devereke vekirî hewl didan çalakiyeke  terorî li dar bixin di encamdana operasyonê de hatin desteserkirin.

Di operasyonê de gelek madeyên teqemeniyê, alavên bombeyan destan, tivigên otomatik û cebilxane hatine bidestxistin, herwiha labaratuwareke ku madeyên teqemeniyê hildiberandin jî hate îmhakirin.

Herwiha daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serekên DIŞIê yên li derveyî welêt bûyerê bi rêya sepana Telegramê birêve dibirin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.