Nunerê Rûsyayê yê li Efxanistanê dibêje nêzî 10 hezar çekdarên DIŞIê li Efxanistanê ne.
Medya Rûsî li ser zarê şanderê taybet ê Serokatiya Rûsya bo Efxanistanê Zamir Kabulov ragihand ku xemên taybet ên Mosko hene li dor bilindbûna jimara çekdarên DIŞIê li parêzgehên bakur ên Efxanistanê, li ser sînorên Tajîkistan û Turmenistanê.
Kabulov ji ajansa Sputnîk a nûçeyan re got: Rûsya di nav welatên yekem de bû ku huşdarî da li dor metisriya DIŞIê li Efxanistanê, desthilata DIŞIê bi awakî berbiçav li wir zêde bûye. Li gor texmînên me jimara çekdarên wan 10 hezar derbas kiriye û her zêde dibe, bi taybetî piştî gihîştina ewên ji Îraq û Sûriyê direvin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin