Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî de li dijî DIŞIê Brett McGurk ragihand ku Amerîka di şerê kontrolkirina bajarê Mûsilê de, 2 milyar û 200 milyon dolar xerc kiriye".
Brett McGurk got: "Piştî Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump dest bi karên serokatiyê kir û heya niha 98% ji herêmên di bin kontrola DIŞIê, ji çekdarên wê girûpê hatiye paqijkirin, herweha 7 milyon û 700 hezar kes ji bin destê DIŞIê hatin rizgarkirin û 2 milyon û 700 hezar koçberên Iraqî li cî û warên xwe vegeriyane".
Herwiha Brett McGurk diyar kir ku destpêkirina pêwendiyan di nav Siûdiyê û Iraqê de, li ser daxwaza rasterast ya serokê Amerîka Donald Trump bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin