Erbil 38°C Thursday 15 May 15:15

Guatemala jî Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê nas dike

welatên cîhanê hêdî hêdî Orşelîmê weke paytexta Îsraîlê dinasin
کوردستان TV
100%

Guatemala jî piştî Amerîka ragihand ku ewê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bibine.

Serokê Guatemala Jimmy Morales diyar kir ku wî ferman daye ku balyozxaneya welêt bibin Orşelîmê.

Morales ji Facebookê da zanîn ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axifiye, biryar daye û dest bi amadekarîyan kiriye.

Serokê Amerîka Donald Trump tevî hemî bertekên ji seranserê cîhanê jî diyar kiribû ku ewê balyozxaneya Amerîka ji Tel Avîvê bibin Orşelîmê.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.