Erbil 38°C Wednesday 17 Sep 07:02

Sê sal cezayeke din li ser Mursî hat sepandin

jiber bêrêzî kirin bi dadweriyê hatiye cezakirin
کوردستان TV
100%

Jiber bêrêzî kirin bi Dadwerê Serokê berê yê Misirê sê salên din hate cezakirin.

Serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî û 19 kesên din bi sê sal zindan hatin cezakirin ji bo axaftinên ku bêrêzî li dadweriya Misirê kirin. Ew her wiha bi dayîna pareyan hatin cezakirin.

Parêzerê Mursî got ew dê doza pêdaçûnê bikin li dor biryarê.

Ji dema girtina wî ve, Mursî rastî jimarek tawanbarî hat û berê bi 45 sal zîndan hatiye cezakirin.

Ew hate girtin piştî ku leşkerên Misrê ew ji desthilatê dûrxist di Hizêrana sala 2013an de û piştî girtina wî bi hezaran Îslamiyên din hatin girtin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.