Erbil 38°C Wednesday 17 Sep 10:42

Misirê 19 endamên DIŞIê hatin îdam kirin

Misir rehmê bi endamên DIŞIê nake
کوردستان TV
100%

Misirê îro 4 endamên DIŞIê bi dar ve kirin ku sala 2015an di êrîşeke bombeyî de sê xwendekarên akademiyeke leşkerî de kuştibûn.

Êrîş li bajarê Kefr Eşêxê yê Deltaya Nîlê li derveyî stadyûmekê li dijî xwendekarên li hêviya otobûsên bûn pêk hatibû û di encamê de 6 kes birîndar bûbûn.

Roja sêşemê jî li bajarê Îskenderiyeyê jî 15 kes hatibûn bidarvekirin. Hefteya borî hemara milîtanên hatibûn bidarvekirin gihiştibû 19 kesan.

Sala 2013an jî êrîşek li dijî xaleke kontrolê ya leşkerî ya li Nîvgirava Sînayê pêk hatibû û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.