Erbil 38°C Wednesday 17 Sep 19:32

Îsraîl êrîşî ser çend navendên rejîma Sûriyeyê kir

çar caran êrîşî navendên curbicur kirine
کوردستان TV
100%

Balefirên Îsraîlê navendên destnîşankirî wêran kirin.

Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Sûriyeyê, îro danê sibê balefirên ser bi artêşa Îsraîlê li nêzî Dîmeşqa paytext çend êrîşên cuda pêk anîne û çend navendên ser bi rejîmê bordiman kirine.

Li gor vê daxuyaniya han balefirên ser bi artêşa Îsraîlê ji asmanê Libnanê ve ev êrîşên han pêk anîne û ew çend navend wêran kirine.

Di beşeke din ya vê daxuyaniha han de hatiye nivîsandin ku êrîşa dawî ji aliyê balefirekê ve pêk hatiye û ev balefira han çar mûşek li devera Gulan û Teberiya daye.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.