Erbil 38°C Thursday 18 Sep 03:07

Talîban piştî 10 salan kuştina Buttoyê girt ser xwe

Taliban berpirsiyartiya xwe eşkere kir
کوردستان TV
100%

Li gorî raporta malpera Atlasê, rêxistina terorîst a Talîbanê pirtûkek bi navê ‘Şoreşa Mehsûd Weziristana Başûr' belav kir û di vê pirtûkê de kuştina Serokwezîra Pakistanê ya berê Benazîr Buttoyê digire ser xwe.

Pirtûka ku hatiye belavkirin ji aliyê rêberekî Talîbana Pakistanê Ebû Mensûr Asim Miftî Newrolî ve hatiye nivîsandin.

Serokwezîra Pakistanê ya berê Benazîr Butto di 27ê Nîsana 2007an de di encama êrişeke xwekujî de li herêma Rawplind a Pakistanê hatibû kuştin. 22 kes di êrişa xwekujî de tevli Bûtto hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.