Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê operasyona Tirkiyê ya ser bajarê Efrînê de got: “Amerîka hewl dide Kurdan razî bike da ligel Şamê hevdîtinan nekin.”
Artêşa Tirkiyê 20ê Rêbendanê bi navê “Çiqlê Zeytûnê” operasyona ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê da dest pê kirin. Operasyona Efrînê di roja xwe ya sêyem de berdewam e.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro derbarê operasyona Efrînê de daxwiyaniyek da û banga wê yekê kir ku divê rêz li yekparçeyiya axa Sûriyê bê girtin.
Lavrov, Amerîka bi wê yekê tohmetbar kir ku hewl dide Kurdan razî bike daku ligel Şamê danûstandinan nekin û hestê “cudabûnê” di nav Kurdan de geş dike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, herwiha ragihand ku Kurd jî xistina nav lîsteya vexwendî ya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê ku dê li Soçî were saz kirin.
Lavrov, da zanîn ku Amerîka hewl dide herêmên li ser sînorê Tirkiyê bixe jêr kontrola xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Çalakiyên Amerîkayê yên li vî welatî, wiha derdixe ya rewşa vê derê fam nake yan jî bi zanebûn provikasyonê dike.”
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ragihand ku operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê “ji nêzîk” ve dişopînin û got: “Em ligel Tirkiye û Beşar Esed di peywendiyê de ne û yekparçeyiya axa Sûriyê gelekî girîng e.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin