Artêşa Tirkiyeyê mizgeft û goristanên Efrînê bordiman kir.
Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, SANA, ragihand, artêşa Tirkiyê mizgef û goristanên Efrînê jî dide ber bombeyan û wêran dike.
Ev 9 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Ajansa fermî ya Sûriyê, SANA ragihandiye, ji destpêka operasyona Efrînê de heta niha 86 sivîl hatine kuştin û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûne.
SANA her wiha daye zanîn, artêşa Tirkiyê çi dikeve bombebaran dike, heta niha gelek mizgeft û goristanê jî wêran kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin