Erbil 38°C Thursday 18 Sep 18:38

Dibe operasyona Efrînê nexşeyên Rojhilata Navîn biguherîne

şerê Efrînê bandorê li ser Rojhilata Navîn dike
کوردستان TV
100%

Rojnameya brîtanî ya The Guardianê bi gotarekê hişyarî da ku "dibe operasyonê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan li Efrîna Sûriyeyê tevahiya herêmê serobino bike û nexşeyên Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike."

Li gorî nûçeya Al Arabiyayê ya ku dispêre gotareke rojnameya brîtanî The Guardianê, pevçûna Enqere û kurdên Sûriyeyê ne pevçûneke herêmî ye û dibe ku bibe sedema şoreşeke kurdî berfireh û di encamê de nexşeya dewletên pêkhateya kurdî li wan hene yên wek Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê ji nû ve were xêzkirin.

Rojname diyar dike ku "dibe Artêşa Tirkiyeyê ya ku hîn ji hewldana derbeya 2016an baş nebûye, nikaribe hêzên kurdî bêbandor bike û gotar balê dikişîne ser tecrubeya leşkerî ya kurdan di şerê DIŞIê de bi dest xistiye û dibêje ku şerê  yekîneyên kurdî li Kobaniyê, yek ji giringtirîn qonaxên jinavbirina DIŞIê bû."

Peyamnêrê Independentê 'qurbaniyên pêşî yên operasyona li dijî Efrînê' nivîsin

Li gorî rojnameyê, dibe ku operasyona li dijî Efrînê neteweperweriyê li ba kurdên herêmên din jî zêde bike û kurdên Tirkiye, Iraq û Îranê jî ku rageşiyê zêde bikin.

Di dawiyê de gotar balê dikişîne ser rol û helwesta dewletên rojavayî ji vê operasyonê û teqez dike ku "wek çawa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê piştguh kirin, dê nikaribin Efrînê piştguh bikin û nivîskarê gotarê dibêje, dibe operasyona Efrînê bandorê li hevgirtina NATOyê jî bike."

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.