Erbil 38°C Thursday 18 Sep 20:51

Girtiyên doza gendeliyê hatin azad kirin

ne diyare ku bi biryara dadgehê anjî bi biryara hikûmetê hatine azadkirin
کوردستان TV
100%

Li Siûdiyeyê tevahiya girtiyên doza gendeliyê hatin azadkirin.

Li gor jêderên nûçeyan yên Siûdiyeyê ew berpirs, prens û mîrên ku beriya sê mehan di çarçoveya operasiyona dijî gendeliyê de hatibûn binçavkirin û li hotêleke vê welatî de hatibûn destbiserkirin, hatine berdan.

Heta niha çapemeniya Siûdiyeyê hurgiliyên berfire derbarê çawetiya azadkirina wan kesan û hijmara wan belav nekiriye û nehatiye zelalkirin ku gelo ew kes bi biryara dadgehê hatine azadkirin anjî bi biryara berpirsên hikûmeta Siûdiyeyê.

 

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.