Saziya Disîplînê ya Fûtbola Profesyonel, 3 sal û 6 meh cezayê men kirinê li Deniz Naki yê fûtbolîste Amedsporê birî. Ji ber ku ev ceza ji 3 salan diborê Naki li Tirkiyê bi temamî ji fûtbolê hate men kirin.
Saziya Disîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK) bi hinceta cudakarî û propagandayê 3 sal û 6 meh cezayê ji menkirina fûtbolê û 273 hezar lîreyê tirkî jî cezayê pereyan li fûtbolîstê Amedsporê Deniz Naki birî.
Ji ber ku cezayê Naki ji 3 salan diborê bi li Tirkiyê bi temamî ji fûtbolê hate men kirin.
Deniz Naki, ji ber ku li ser medyaya civakî parvekirinek kiribû ku tê de bang li gel kiribû ku beşdariya çalakiya li dijî êrîşa Efrînê ya Tirkiyê ku dê li bajarê Kolnê were li darxistin bibin, ji bo PFDKyê hatibû sewq kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin