HDP: Yên ku dibêjin YPG mûşekan davêje bajarên Tirkiyê derewan dikin

HDP dibêje berpirsên Tirkiyeyê direwan dikin
کوردستان TV
100%

Hevseroka HDP Serpîl Kemalbay, di dema beşdarîkirina wê di yek ji mitîngên partiya xwe de, gotinek pêşkêş kir û operasyona li dijî Efrînê rexne kir û got: Ew kesên dibêjin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mûşekan davêjin bajarên Tirkiyê derewan diken.

Serpîl Kemalbay tekez kir, ku mûşekên li cem YPGê hene, nagihêjin nav bajarên Tirkiyê û got: "Di demekê de artêşa Tirkiyê dibêje me ew dorpêç kirine, çawa YPGê karî mûşekan bavêje heger dorpêçkirî ne, Ev yek çawa çêbû.?"

Ji 20ê meha derbasbûyî, artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin girûpên ku navê Artêşa Azad li xwe dikin, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heya niha artêşa Tirkiyê Tenê 3% ji rûbera gundên Efrînê kontrol kiriye.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.