Artêşa Misrê roja îna borî li Nîvgirava Sinayê li hemberî grûbên terorîst dest bi operasyoneke leşkerî kiribû. Di operasyonan de 12 terorîstên din hatin kuştin û hejmara kuştiyan gihîşte 28an.
Artêşa Misrê roja îna borî li Nîvgirava Sinayê li hemberî grûbên terorîst dest bi operasyoneke leşkerî kiribû. Di operasyonan de 60 hedef hat îmhakirin û 12 terorîstên din hatin kuştin û hejmara kuştiyan gihîşte 28an. Herwiha 218 gumanbar jî hatin binçavkirin.
Berdevkê artêşa Misrê Temir er Rifaî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Operasyona Hêza Çekdar a Misrê û Wezareta Navxweyî ya Nîvgirava Sinayê li hemberî grûbên terorîst dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de 60 hedef hatin îmhakirin û 12 milîtanên din ê çekdar hatin kuştin."
Li gor daxuyaniya Rifaî, di operasyonên ku ji roja îna borî dewam dike de heta niha 28 milîtanên terorîst hatine kuştin û 218 gumanbar jî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin