Erbil 38°C Thursday 13 Nov 03:42

Pûtin û Salman rewşa Sûriye nirxandin

behsa rewşa Sûriyeyê kirin
کوردستان TV
100%

Vladimîr Pûtîn Serokê Dewleta Rûsyayê û Selman bin Ebdulezîz Qralê Erebistana Siûdî bi rêya telefonê rewşa şerê li Sûriye û pêşveçûnên dawî yên li kendavê nirxandin.

Ji aliyê navenda ragihandinê ya Kremlînê ve hat ragihandin ku Pûtîn û Qral Selman rewşa Sûriye ya piştî Kongreya Diyaloga Neteweyî ya li Soçiyê pêşveçûnên dawî yên kendavê nirxandin.Li gorî daxuyaniyê Qral Selman behsa Qetar û têkiliya welatên din ê herêmê kir û Pûtîn jî di axaftina xwe de gotiye krîza heyî ya herêmê bandoreke erênî li tekoşîna dijî terorê nake û aramiya Rojhilata Navîn têk dibe.

Herwiha herdû lîderan di mijarên enerjî, teknîkî-leşkerî û bazirganî giftigû kirin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.