Erbil 38°C Thursday 13 Nov 10:08

Rûsya: Divê rejîma Sûriyê bi Kurdan re bikeve diyalogê

Rûsiye dibêje lazime Kurd û şam giftûgo bikin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê rewşa Efrînê û Sûriyê de ragihand ku divê rejîma Sûriyê bi Kurdan re bikeve diyalogê.

Sergey Lavrov li Moskovayê piştî civîna li gel Wezîrê Derve yê Slovenyayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di vê civînê de Lavrov bang li Beşar Esad kir ku bi Kurdan bikeve diyalogê û wiha axivî: ‘Ji bo rewşa Efrînê û çawaniya çareserkirina wê. Me gelek caran gotibû ku çareseriyê çi pirsê û hemû pirsên ku hîn li Sûriyeyê hene û xerabtir dibin, bi rêzgirtina li serwerî û yekîtiya axa Komara Erebî ya Sûrî pêkan e. Ev pîvan cîhanî ye.’

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.