Erbil 38°C Thursday 13 Nov 15:58

Dillon: Bila Tirkiye şerê DIŞIê bike

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî bi tundî rexne li Tirkiyeyê dike.
کوردستان TV
100%

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî bi tundî rexne li Tirkiyeyê dike.

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê colonel Ryan Dillon di dema beşdarî kirin di telekonferansekî de behsa şerê dijî DIŞIê û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê kir û ragihand ku lazime tevahiya hêzên herêmê balê xwe bidin ser şerê dijî terorîstên DIŞIê û nabe ti aliyek li deverê hewl bo çê kirina alozî anjî naaramiyeke din bide.

Dillon di berdewamiya axaftinên xwe de behsa operasiyona Efrînê jî kir û got: Lazime Tirkiye nebe asteng li berdem dom kirina şerê dijî DIŞIê û pêwîste Tirkiye jî balê bide ser şerê dijî DIŞIê.

Dillon rexne li Tirkiyeyê kir û got: Êrîşên Tirkiyeyê bo ser Efrînê tên wateya hewldaneke nû bo çê kirina aloziyên nû li deverê de û em jî tişteke wisa qebûl nakin lewre lazime Tirkiye dawî bi wan pêngavên xwe yên metirsîdar bîne.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.