Artêşên Amerîka û Îsraîlê manorek leşkerî ya hevbeş li dijî egera êrîşeke milîsên Hizbullaha Lûbnanî û Tevgera Berevaniya Îslamî ya Filîstînê (Hemas)ê pêkbînin.
Manor bi navê ‘’Caniverê Kobra’’ îro 04.03.2018ê destpê kir û 2500 leşkerên Amerîka û 2000 leşkerên yekîneyên berevaniya esmanî ya Îsraîlê beşdarî têde dikin.
Di manora ku du heftiyan dê berdewam be de, artêşa Amerîka li hember egera avêtina mûşekan ku ji başûrê Lûbnanê ve yan jî ji Xezayê ve bo Îsraîlê bê kirin, rahênan li ser çawaniya bi hewara Îsraîlê ve çûyînê tên rahênan kirin.
Manor li avên Îsraîlê yên li Derya Spî ya naverast û li ser axa Îsraîlê pêktê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin